أغنية كوردية مترجمة للعربية

 YA ÎLAHÎ EZ XERÎB IM

Melayê Betayî

Ya ilahî ez xerîb im
Daîma her dilkebîb im
Bê hebîb û bê tebîb im
Mam di nav qewmê xerîb

Mutrikêl bab û bira me
Sotiyê şem' û çira me
Kuştiyê dest dilbera me
Mam di nav qewmê xerîb

Kuştiyê tîra xedar im
Kes nenas im her dizarim
Ez feqîr im birîndar im
Mam di nav qewmê xerîb

Ez feqîr im bê buha ( newa) me
Rûreş im hem rûsiya me
Raziyê b'efwa Xweda me
Mam di nav qewmê xerîb

Raziyê b'efwa letîf im
Mecrûhê tîra seqîf im
Aşiqê birhê nezîf im
Mam di nav qewmê xerîb

Aşiqê bê kar û kesb im
Ez feqîr im dûredest im
Serxweş û sekran û mest im
Mam di nav qewmê xerîb

Serxweş im min hal çu nîn e
Cerg  û dil safî birîn e
Rondikêm tên av û xwîn e
Mam di nav qewmê xerîb

Av û xwîn barîn peyapey
Daîma bedhal e Batey
Sa’îl im rehmê fîza key
Mam di nav qewmê xerîb



أغنية كوردية مترجمة للعربية Reviewed by مجلة نصوص إنسانية on 13 سبتمبر Rating: 5

ليست هناك تعليقات:

نموذج الاتصال

الاسم

بريد إلكتروني *

رسالة *

يتم التشغيل بواسطة Blogger.